Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê 2023-04-18 21:01:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Faysal bîn Ferhan, piştî 12 salan li Şamê hevdîtin bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re kir.    Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Faysal bîn Ferha, piştî 2011'an cara ewil bi awayekî fermî çû Sûriyeyê. Wezîr, li Balafirgeha Navneteweyî ya ŞAmê ji aliyê Wezîrê Berpirsê Karên Dewletê yê Sûriyeyê Mansûr Azzam ve hat pêşwazîkirin.    Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdad jî çûbû Erebistana Siûdî.