Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan 2023-04-12 11:49:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û serokwezîr Muhammed Şiya Sudanî civiyan.    Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û serokwezîr Muhammed Şiya Sudanî civiyan.    Li gorî daxuyaniya serokkomariyê; endamên Lijneya Wezîran a Iraqê û gelek rayedar jî tev li civînê bûn. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa giştî û geşedanên siyasî, aborî, ewlehî, hawirdor û xizmetên civakî hatine nirxandin.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de hatiye gotin ku ji bo cîbicîkirina rayeyên neteweyî, tevdîrên xizmetan û hêsankirina cîbicîkirina bernameyên hikûmetê, divê budçeya giştî tavilê were erêkirin.