Fînlandiya bû endama NATO’yê 2023-04-04 16:28:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Fînlandiya bi awayeke fermî bû endama NATO’yê.    Fînlandiya bû endama 31’emîn a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO). Pêvajoya endamtiya Fînlandiyayê ya NATO’yê bi avêtina îmzeyan temam bû. Bi vê yekê re Fînlandiya bû endama NATO’yê ya 31’emîn. Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haaviston belgeyên tevlibûnê îmze kir û piştî ku radestî Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken kir, Fînlandiya bi awayekî fermî bû endama NATO’yê.    Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistro li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û got ku di dîroka welatê wan de serdemeke nû dest pê dike û serdema bêalîtiya leşkerî bi dawî bû.