Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide 2018-04-02 11:57:10 NAVEND NÛÇAYAN - Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê weke "terorîst" sûcdar kir, Netanyahû bersiveke tund da Erdogan.  Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê weke "terorîst" sûcdar kir û şûn de Serokwezîrê Îsraîlî Benyamîn Netanyahû bersiveke tund da Erdogan.  Netanyahû, diyar kir ku Erdogan ê Qibris û herêma Kurdan dagir kir û li Efrînê sivîl kuşt, nikare dersa exlaqê bide me.   Erdogan piştî bûyerên ku 16 Fîlîstînî lê hatin kuştin daxuyaniyek dabû û gotibû, "Ev êrîş ji derveyî mirovahiyê ne" û ji Netanyahu re gotibû "terorîst."   Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi rêya hesabê malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û wiha got: "Erdogan hîn nebûye ku yek bersivê bide wî. Lê belê divê êdî hînî vê bibe. Yê ku Bakurê Qibirsê dagir kir, herêma Kurdan dagir kir û li Efrînê koka sivîlan anî, nikare li ser nirx û exlaq dersê bide."