Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê 2023-01-18 12:31:43   ENQERE - Wezîrê Fînansê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku dê piştgiriya wan a ji bo welatên “Bêparastin” ên weke Tirkiye, Pakistan, Misir û hwd. bidome.    Wezîrê Fînansê yê Erebistana Siûdî Muhammed Al Jadaan li Davosê daxuyanî da. Al Jadaan, diyar kir ku dê piştgiriya wan a bi welatên “Bêparastin” ên weke Tirkiye, Pakistan, Misir û hwd. bidome. Al Jadaan ev tişt anî ziman: “Em li van welatan razemeniyên pir cidî dikin. Ji bo ku ev razemeniyên me bidomin jî em li benda firsenda ne. Pir girîng e ku em îstîqrarê bînin.”    Wezareta Darayî ya Erebistana Siûdî ragihandibû ku ji bo ku di 22’yê mijdarê de 5 milyar dolaran razînin Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê hevdîtin tên kirin û ev hevdîtin ber dawiyê ve ne. Çendek roj piştî daxuyaniyê jî Wezîrê Bazirganiyê yê welatê Kendavê hatibû Tirkiyeyê.