Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan 2022-12-29 15:57:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, ji duh ve li gelek kolanên bajarê Strasbourgê pankartên “Ji bo kurdan edalet” û “Biji Kurdistan" daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Bertekên li dijî qetilkirina Endama Rêveber a Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil li paytexta Fransayê Parîsê, didomin.    'BIJÎ KURDISTAN’    Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestokirinê tên lidarxistin. Komeke ji jinên kurd û anarşîst pêk dihat, şevê din li gelek noqteyên bajarê Strasbourgê pankart û afîş daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Xebata daliqandina pankart û afîşan û nivîsandina nivîsên li ser dîwaran îro jî dom kir.    Di pankart û nivîsên li ser dîwaran de nivîsên weke “Ji bo kurdan edalet”, “Bijî Kurdistan”, “Sûriye Iraq Tirkiye Fransa komploger in”, “Li Rojava û Fransayê faşîzmê bişewitînin” û “Faşîst kujer in” hebûn.