Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin 2018-03-29 11:13:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Li girtîgehek Venezûelayê girtiyan serî hilda û li gorî agahiyên ewil 68 kes jiyana xwe ji dest dan.  Li girtîgeha paytexta eyaleta Carabobo Valencîayê ya Venezûelayê girtiyan serî hildan. Têkildarî sedema raperînê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Tê gotin piştî ku girtiyekî gule berda polîsekî raperînê dest pê kiriye.   Li gorî agahiyan, di bûyerê de 68 kes jiyana xwe ji dest dane û di nava miriyan de jin û zarok jî hene ku serdana xizmên xwe dikirin. Xizmên girtiyan hatin navenda polîsan û xwestin agahiyê bigirin. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî xizmên girtiyan kirin.   Li gorî hin ajansên nûçeyan jî hat diyar kirin ku dema girtî bi komî ji qereqolê reviyane bûyer pêk hatiye. Hat diyar kirin ku bi zanebûn şewat hatiye derxistin û gelek kes ji ber dûxana agir ji yana xwe ji dest dane. Serokê Dewletê Nicolas Maduro jî ragihand ku lêpirsîna fermî dane destpêkirin.