Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne 2022-11-06 13:38:47   NAVENDAN NÛÇEYAN - Parlamenterê Iraqê Mûhammed Seyhud, bang li hikûmeta Iraqê kir û got: “Li dijî êrişên Herêma Federal a Kurdistanê û Şengalê bêdeng nemîne.”   Parlamenterê Iraqê Mûhammed Seyhûd têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên dijî Herêma Federel a Kurdistanê û Şengalê ji Rojnews’ê re axivî. Mûhammed Seyhûd bal kişand ser bêdengiya hikûmetê ya dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Hikûmet nikare bi tu hincetan li dijî êrişên Tirkiyeyê, bêdeng bimîne. Parlamentoya Iraqê dikare bi rûniştineke taybet, êrişên Tirkiyeyê yên dijî serweriya Iraqê  dimeşîne nîqaş bike û hin biryaran bigre. Dewleta tirk piştî gundên nêzî xetê dest bi êrişên Herêma Kurdistanê jî kirin. Divê hikûmet van êrişan bide sekinandin.”   Seyhûd bang li hikûmeta Sûdanî jî kir û ji bo sekinandina êrişan banga destpêkirina xebatên dîplomasiya navneteweyî kir.