Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn 2022-11-06 12:22:51   ENQERE – Hat ragihandin ku êrişeke bombeyî li dijî kampa leşkerî ya Somaliyê hat lidarxistin û di teqîna derketiye de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.   Serokê Serfermandariya Somaliyê Odawa Yûsûf bi daxuyaniyekê da zanîn ku êrişeke bombeyî li dijî navenda perwerdeya leşkerî ya paytexta Mogadişu ya Somaliyê hatiye kirin. Yûsûf diyar kir ku di teqînê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne. Eş-Şebab li çalakiyê xwedî derket û êriş nêzîkî baregeha mezin a leşkerên tirk a Somaliyê hat lidarxistin.