Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû 2022-11-03 16:42:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî Serokwezîrê Pakistanê yê Berê Îmran Han êrişeke sûîqestê hat kirin. Di encama êrişê de Han ji lingên xwe birîndar bû.    Serokwezîrê Pakistanê yê Berê Îmran Han îro li bajarê Lahorê tev li çalakiyeke protestoyî bû. Di dema çalakiyê de li dijî Han êrişeke sûîqestê hat kirin û di encama êrişê de Han birîndar bû.    Li gorî agahiyên ji çapemeniya Pakistanê, Îmran Han bi daxwaza hilbijartina pêşwext li Lahorê tev li çalakiyeke protestoyê bû û rastî êrişa sûîqestê hatiye. Hat ragihandin ku rewşa Han baş e.    Di heman êrişê de li gel Han, her wiha hinek welatiyên din jî birîndar bûn.