Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin 2022-10-17 16:43:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Federal a Iraqê, bûdçeya ji bo peywirê ji Kazimî re hatibû veqetandin, da rawestandin.    Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bûdçeya (70 milyar dînarên Iraqê) Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî daye rawestandin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin, heta dosya zelal dibe û biryara dawî tê dayîn hatiye sekinandin.”