Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-10-10 10:49:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat destnîşankirin ku di keştiya eyaleta Anambra ya Nijeryayê nok bûyî de hejmara kesên xeniqîne derket 76’an.    Hat ragihandin ku roja înê, li eyaleta Anambra ya başurê rojhilatê Nîjeryayê di keştiya noq bûyî de hejmara kesên xeniqîne derket 76’an. Serokkomarê Nîjeryayê Muhammadu Buhari daxuyaniyek da û anî ziman ku di keştiya bi barê gelek giran ve di çemê Nîjerê de diçû noq bûye. Buhari ragihand ku di keştiya ku 85 kes tê de bûn de 76 kes xeniqîne.