Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-10-02 12:30:51   STENBOL - Li Endonezyayê piştî maça fûtbolê bûyer derketin û ji ber mudaxaleya polisan a bûyeran hêwirze çêbû û 174 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.    Li bajarê Malang ê Endonezyayê du tîmên fûtbolê Persebaya û Arema  hatin pêşberî hev. Di maçê de Persebaya li dijî 2 golên Aremayê 3 gol avêtin û bi ser ket. Piştî maçê di navbera alîgirên her du tîman de bûyer derketin. Polisan mudaxaleyî bûyeran kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Polisan bi gaza îsotê mudaxaleyî alîgirên her du tîman ku ketin stadê kirin û bûn sedema hêwirzeyê. Bi sedan alîgirên her du tîman dema ku xwestin xwe ji êrişên polisan biparêzin di ser hev de ketin. Di encamê de 174 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.