Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn 2022-09-30 10:04:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa li Kabîlê hate kirin de 19 kesan jiyana xwe ji dest da, 27 kes jî birîndar bûn.    Li enstituyeke perwerdeyê ya li rojavayê paytexta Kabîl a Afganîstanê êrişeke xwekujiyê hate lidarxistin. Di êrişê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da, 27 kes jî birîndar bûn.    Heta niha kesê êriş negirtiye ser xwe.