Raportorên NY’ê Îran şermezar kir 2022-09-22 16:34:59   CENEVRE - Raportorên NY’yê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin û bang li Îranê kirin ku li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevibgere û hemû polîtîka û qanûnên rê li ber cihêkariyê vedikin jî betal bike.   Roportorê Taybet ê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Javaid Rehman, Seroka Koma Xebatê ya Têkildarî Cihêkariya li Dijî Jinan Melissa Upreti, Cîgira Serok Dorothy Estrada Tanck û endamên wê Elizabeth Broderick, Ivana Radacic û Meskerem Geset Techane, Raportora Taybet ê Tundiya li Dijî Jinê Reem Alsalem, Raportorê Taybet a Mafên Kombûna Aştiyane û Azadiya Xwebirêxistinkirinê Clément Nyaletsossi Voule, Raportora Taybet a Azadiya Raman û Xweîfadekirinê Irene Khan û Raportora Taybet a Têkildarî Rewşa Parastina Mafên Mirovan Mary Lawlor têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) ku li Îranê bi hinceta pora wê xuya dike ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniyê de êrişên li dijî çalakiyên demokratîk ên ku bi mebesta darizandina berpirsyaran li seranserî welêt hatibûn destpêkirin û tundiya li ser parastvanên mafên mirovan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mirina Amînî re mat bûne û gelek xemgîn bûne. Bi domdarî wiha hat gotin: “Amînî bû yek ji qurbaniyên din ên cihêkarî û zexta sîstematîk û pîvanên cihêkar ên Îranê ku jinan ji azadiya wan bêpar dihêle.”    ‘NE JI BER KRÎZA DIL LÊ JI BER ÎŞKENCEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amînî di 13’ê îlonê de ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi sedema ku “dersoka xwe guncav girê nedaye” hatiye binçavkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Di raporên têkildarî bûyerê diyar dibe ku Amînî derbasî Navenda Binçavkirinê ya Vozarayê dihat kirin rastî îşkenceya polîsên exlaqê hatiye. Li navenda binçavkirinê kete komayê û di 16’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Berevajî îdiayên rayedarên Îranê, Amînî ne ji ber krîza dil lê ji ber îşkence û miameleya xerab jiyana xwe ji dest da. Em polîtîkaya bi darê zorê dersokê li jinan ferz dike ku rê li ber tundiya fîzîkî û înkarkirina rûmeta mirovan vedike, şermezar dikin. Divê rayedarên îranî derheqê mirina Amînî de bi lez û bez lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin û encamên wê jî bi raya giştî re parve bike. Her wiha hemû faîlan jî bidarizîne.”   BIRÎNA ÎNTERNETÊ NÎŞAN DIDE KU DÊ TUNDÎ ZÊDETIR BIBE    Di daxuyaniyê de bal kişandin ser birîna înternetê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ji bo ku hesab ji mirina Amînî were pirsîn û dawî li tundî û cihêkariya li dijî jinan bê anîn, ji 16’ê îlonê heta niha li Tehran, Îlam, Îsfehan, Kirmanşah, Mahabad, Seqiz, Sanandaj, Sari û Tebrîz jî di nav de li gelek bajaran bi hezaran kes daket kolanan. Lê belê hêzên ewlekariyê yên Îranê li dijî çalakvanan tundiyeke mezin bi kar tînin. Li gorî raporan, yek jê jin û yek jî zarokeke 16 salî, bi giştî 8 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Ji 19’ê îlonê ve jî li Tehran, bajarên Kurdistanê û herêmên din ên welêt heta demekî dirêj înternet hat qutkirin. Bi vê yekê re di nava 12 mehan de bû cara sêyemîn ku Îran bi awayekî giştî înternetê qut dike. Gelemperî ji bo ku têkbirina daxwaza azadiyê û xwebirêxistinkirina gelê Îranê înternet tê qutkirin. Dewlet bi tu awayî nikare birîna înternetê rewa nîşan bide.   QANÛNÊN CIHÊKAR BETAL BIKIN   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev bû 40 sal ku jinên îranî li dijî girêdana dersokê ya bi darê zorê û binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn çalakiyên demokratîk li dar dixin. Divê rayedarên welêt guh bidin van daxwazên însanî yên jinan. Banga me li Îranê ew e ku hemû qanûn û polîtîkayên li ser bingeha cihêkariya zayenda civakî hatine sazkirin ji holê bên rakirin û li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin.”    MA / Ruştu Demîrkaya