Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir 2022-09-21 10:15:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ê seferberiya qismî ya leşkerî îlan kir wiha got: “Heke gef li yekparetiya axa me bê kirin, wê Rûsya hemû rêyên heyî bikarbîne, ev ne blofek e.”   Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, seferberiya qismî ya leşkerî îlan kir. Pûtîn, bi lêv kir ku piştgiriya biryarên serbixwetiya herêmên Donbas, Zaporijya û Herson ên Ûkraynayê dikin. Pûtîn, diyar kir ku welatên rojhilatê cîhanê li Ûkraynayê çareseriyeke aştiyane naxwazin û got: “Heke gef li yekparetiya axa me bê kirin, wê Rûsya hemû rêyên heyî bikarbîne, ev ne blofek e.”