Li Romayê hezaran kes di konsera ‘Ji Ocalan re Azadî’ de hatin cemhev 2022-09-19 13:22:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hezaran kes di konsera “Dema Hêviyê ye û ji Abdullah Ocalan re Azadî” de hatin cem hev. Hûnermend û listîkvanên derketin ser dikê, azadiya fîzîkî ya Ocalan xwestin.    Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî, Rete Kurdistan, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Navenda Çanda Kurd a Araratê roja Yekşemê li bajarê Roma ya Îtalyayê ji bo Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin konsereke mezin hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li konsera bi dirûşmeya "Dema Hêviyê ye û Ji Abdullah Ocalan re Azadî" hate lidarxistin bûn. Dîsa aktor û hunermendên ku li cîhanê bi nav û deng in tev li konserê bûn.    Axaftina destpêkê ya konserê ji aliyê şaredarê herêma heştemîn a Romayê Amedeo Ciaccheri ve hat kirin. Amedeo kesên li Ewropayê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, têkoşîna gelê kurd silav kir û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.   Di şevê de lîstikvana navdar Anna Favella derket ser dikê û beşên ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwend. Favella bi taybetî beşên li ser têkoşîna jinan xwend. Bavê şervanê YPG'ê ê jiyana xwe ji dest daye Lorenza Forserettî jî di axaftina xwe ya li ser dikê de diyar kir ku kurê wî dinyayeke din xeyal kir û ji ber vê jî têkoşiya.   Dema ku performansa zindî ya karîkaturîstê navdar Zero Calcare bal kişand, hunermend Jacomo jî derket ser dikê û karîkatur xêzkirin. Calcare bi karîkaturên xwe organîzasyona konserê ji nû ve zindî kir.   Di konserê de lîstikvanê navdar ê xelata Oscarê wergirtî Elio Germano jî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya kurd hin nivîs xwend in. Koma muzîka kurdî ya Hani Mojtahedy & the Moon li ser dikê eleqeyek mezin dît.   Koordînatorê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya herêmê. Di konserê de stranbêja navdar Fiorella Mannoia, koma muzîkê Punkreas û hunermend The Andre derketin ser dikê.   Di dawiya konserê de Berdevkê Komîteya Ji Ocalan re Azadî Giovanni Rosso axivî xwest Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê berdan.