Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin 2022-09-16 13:09:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan da zanîn ku di encama pevçûnên bi Azerbaycanê de zêdetirî 135 leşkerên ermen jiyana xwe ji dest dane.    Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan têkildarî encamên pevçûnên bi Azerbaycanê axivî. Paşînyan, da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 135 leşkerên ermen jiyana xwe ji dest dane. Paşînyan, di dema civîna hikûmetê de daxuyanî da û wiha got: “Mixabin ku ev hejmar, hejmareke dawî nîne. Gelek birîndar hene. Ji her du aliyan hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane 200 kes derbas kir.”    Azerbaycanê jî derheqê pevçûnan de bîlanço aşkera kir û ragihand ku di pevçûnan de 71 leşkerên azerî jiyana xwe ji dest dane.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Azerbaycanê gelek herêmên Ermenistanê bombebaran kirin, li herêmê pevçûn dest pê kiribûn.