Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome 2022-09-14 10:15:44   ENQERE - Xwendekaran li Enqereyê çalakiya “Sîwana me asîman e” dabûn destpêkirin û çalakiya xwendekaran di roja 4’an de li parkê domiya.     Bi vebûna zanîngehan re gelek xwendekar pirsgirêka cihê razanê dijîn. Bi mebesta protestokirina vê rewşê, xwendekaran di bin navê “Tevgera Sîwana me Asîman e” de li Îzmîr, Enqere, Kocaelî û gelek bajarên din çalakiya nobetê dan destpêkirin. Xwendekarên zanîngehê yên li Enqereyê piştî Botanîk Park û Parka 50.Yilê, duh jî li Parka Berfo Ana ya li nêzî Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê hatin ba hev. Xwendekar heta serê sibehê li parkê man û banga piştevaniyê kirin.