Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin 2022-09-14 10:06:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama şer û pevçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ji her du aliyan herî kêm 99 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.    Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûnên li ser sînorê Ermenistanê de 50 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Ermenistanê di şeva 12’ê îlonê û sersibeha 13’ê îlonê de li dijî Daşkesen, Kelbecer, Laçîn û Zengilanê êriş pêk anîne. Her wiha hat gotin ku di van êrişan de 50 leşkerên wan hatine kuştin.    ERMENISTAN: 49 LEŞKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku pevçûn, piştî topbarana artêşa Azerbaycanê dest pê kirine. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da zanîn ku di encama pevçûnan de 49 leşkerên wan jijyana xwe ji dest dane û dibe ku ev hejmar hêj zêdetir bibe.