Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze 2022-04-19 14:03:05 ENQERE - Çapemeniya cîhanê ku bi vekirî li dijî şerê li Ûkraynayê derket, bi rengekî veşarî piştgirî da şerê Tirkiyeyê ku li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin. Di nûçeyên xwe de tenê daxuyaniyên desthilatdariya Erdogan parve kirin.  Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di 15’ê nîsanê de li Stenbolê kiribûn, Tirkiyeyê li dijî PKK’ê dest bi operasyoneke nû kir û pevçûnên giran diqewimin. Ji sala 2019’an heta niha ev bû operasyona 8’emîn ku Tirkiye li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyonê dike. Di operasyona dawî de PDK bi vekirî piştgiriyê dide Tirkiyeyê û Tirkiye jî herêmên Avaşîn-Basyan, Zap û Metînayê bombebaran dike.    DEZENFORMASYONA AA’YÊ BI KAR ANÎN    Çapemeniya navneteweyî têkildarî şerê li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin, dezenformasyona Ajansa Anatoliyayê (AA) bi kar anîn. Saziyên ragihandinê yên navneteweyî di nûçeyên xwe de mafê axaftinê nedan hêzên kurd. Di nûçeyan de cih nedan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya bi van operasyonan tê kirin û dev ji helwesta xwe ya dij-şer a li Ûkraynayê berdan.    AL JAZEERA NÛÇEYA XWE LI SER AKAR PÊŞKEŞ KIR    Al Jazeerayê di nûçeya xwe de daxuyaniya Wezîrê Parastinê Hulusî Akar da. Di nûçeyê de ji bo hêzên kurd peyva “serhildêrên kurd” bi kar anî û îdia kir ku têkildarî mijarê aliyê kurd heta niha tu daxuyanî nedane. Al Jazeera îdia kir ku êrişên behsa xeberê piştî hevdîtinên di navbera Mesrûr Barzanî û Tayyîp Erdogan de, bi mebesta “berfirehkirina hevkariya ji bo ewlekarî û aramiyê” hatine kirin. Her wiha di nûçeya xwe de destnîşan kir ku ji ber vê operasyonê, bandoreke neyînî li ser têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê çêbûye.    ARAB NEWS: PIŞTÎ ÛKRAYNAYÊ DEST PÊ KIR   Arab Newsê (AN) jî nûçeya xwe li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku bi bazirganiya tiryakê û sûcên krîmînal tê naskirin pêşkeş kir. Di nûçeyê de cih da daxuyaniya Soylu ku wiha digot: “Em ê Sûriye û Iraqê ji nava lepên DYA û Ewropayê rizgar bikin û aştiyê lê mayînde bikin.” Di nûçeyê de her wiha nêrînên endamê Lijneya Zanistê ya Akademiya Têkiliyên Navneteweyî ya Navend Stenbolê Zaed Îsmaîl û Tuna Aygun ku weke pisporê Iraqê yê saziya fikrî ya bi navend Enqereyê ORSAM’ê dixebite.    AN’ê ciha da vê şîroveya Aygun: “Bi van operasyonan dixwazin ku beriya hilbijartina dê di sala tê de were kirin, bandorê li hilbijêrên neteweperwer bikin, bandora wê li ser civakê çêbibe û li dijî Partiya Demokratîk a Gelan jî weke zextekî bi kar bînin.”    Di nûçeyê de her wiha hat gotin: “Operasyona ku di nîvşevê de dest pê kir, piştî ku Rûsyayê êrişên xwe yên dijwar ên li ser Ûkraynayê nedayîn sekinandin dest pê kirin. Rola qasidiyê ya Tirkiyeyê ji hêla hevkarên wê yên rojavayî ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.”    DEUTSCHE WELLE: NÊRÎNA YE, DYA, PDK Û TIRKIYEYÊ WEKÎ HEV E    Deutsche Welle (DW) jî nûçeya xwe li ser daxuyaniya Akar pêşkeş kir û diyar kir ku zexta Tirkiyeyê ya li ser PKK’ê, bi doza girtinê ya HDP’ê, girtina siyasetmedarên kurd û zexta li ser siyaseta kurd re hemwext tê domandin. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku di mijara PKK’ê de YE, DYA, PDK û Tirkiye wekî hev difikirin û cih nedan daxuyaniyên aliyê kurd a derheqê şer de.    EURONEWS’Ê ÎDIA KIR KU HÊZÊN KURD DAXUYANÎ NEDANE    EuroNewsê di nûçeya xwe de diyar kir ku operasyon ji hêla Akar ve hatiye ragihandin. EuroNewsê di nûçeya xwe de cih da agahiyên AA’yê û dezenformasyona wê parve kir. Her wiha îdia kir ku têkildarî operasyonê hêzên kurd tu daxuyanî nedane.    REUTERS: YE, DYA Û IRAQ HEMFIKIR E   Reutersê jî têkildarî mijarê nûçeyek da û cih da agahiyên leşkerî yên di AA’yê de hatine weşandin û yên Akar. Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiye bi awayekî rêk û pêk li dijî bakurê Iraqê êrişên hewayî li dar dixe û ji bo piştgiriya operasyonê jî gelek caran leşker datîne herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku piştî şerê çekdarî yê PKK’ê ku di sala 1984’an dest dest pê kir, di şerê heta niha de zêdetirî 40 hezar kes mirîne û di mijara “mayîna PKK’ê ya di lîsteya terorê de” jî Iraq, YE û DYA wekî hev difikirin.    ASSOCIATED PRESS: TIRKIYEYÊ GELEK CARAN ÊRIŞ KIR    Di nûçeya xwe de Associated Press (AP) jî agahiyên AA’yê parve kirin û hejmara kesên di dema êrişê de jiyana xwe ji dest dane parve kirin.    Voice of America (VoA) jî di nûçeya xwe de diyar kir ku gelê kurd li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê berbelav bûye û ev tişt gotin: “Hêzên leşkeri yên tirk, gelek caran êrişî PKK’ê ku weke terorîst qebûl dike, milîsên YPG’ê yên kurd ên Sûriyeyê û komên cuda kirin.” Her wiha cih dan gotina Akar ku digot: “Operasyona me weke me plan kiriye, bi serkeftî didome.”