Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket 2022-03-21 12:24:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê, têkilî bi balefira rêwiyan a 133 rêwî têde bûn re qut bû. Çameniya Çînê, ragihand ku balefira bi tîpa Boeing 737 ketiye.    Li parêzgeha Guangzhou ya Çînê, balefireke Rêyên Hewayî ya China Eastern ket. Rêyên Hewayî ya China, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku balefireke wan a 133 rêwî têde bûne dema ku ji bajarê Kunming rabûye û çûye Guangzhouyê "qeza" kiriye. Hat diyarkirin ku balefira li herêma Guangşî ketiye bi tîpa Boeing 737 e.    Li gorî nûçeya CCTV'ê piştî ketina balefirê tîmên rizgarkirinê bi hewawa wê ve çûne.    Hê nehatiye tespîtkirin ku di qezayê rêwiyan jiyana xwe ji dest daye ya na.