NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane 2022-03-18 22:31:15   NAVENDA NÛÇEYAN - NY, ragihand ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezar û 333 kes jî birîndar bûne.    Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), daneyên derbar şerê Rûsya-Ûkraynayê de aşkere kirin.    Hat diyarkirin ku di navbera 24'ê Sibatê-18'ê Adarê de 3 milyon û 270 hezar û 662 penaber ji Ûkraynayê çûne welatên cînara. Nîvîyê pir ê van penaberan çûne Polonyayê.    Her wihat hat destnîşankirin ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezar û 333 sivîl jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dibe ku hejmara miriyan û birîndaran zêdetir be.