Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin 2022-02-24 22:32:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Joe Biden ku mueyideyên derbarê Rûsyayê de ragihandin, got: "Em heyînên Rûsyayê yên hêjayî trîlyonek dolar radiwestînin."    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, têkildarî operasyona Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê daxuyaniyê da.    Biden di daxuyaniya xwe de got:    "*Pûtîn şer xwest. Niha dê ew û welatê wî encamên vî şerî tehemûl bikin.    *Em ê bendê deynin ber fînansmana artêşa Rûsyayê.    *Min biryara mueyideyên xurt dan û min bendine nû danîn. Me ev mueyîde bi taybetî sêwirandin, da ku bandora wan demdirêj û bihêz be. Ez bi pêşengên G7'ê re axivîm. Û me li hev kir. Em ê nehêlin Rûsya kar û barên xwe bi dolar, pound û yenê bike.    *Borseya Rûsyayê li dor ji sedî 50'î qels bû. Niha jî em bankeya navendî ya rûs asteng dikin. Em heyînên wê yên hêjayî trîlyonek dolar didin rawestandin. Me 4 bankeyên wan ên din jî bloke kirin. Dê heyînên wê yên li DYA'yê hemû bên rawestandin.   *Ez vê jî bibêjim. Dê artêşa me, hêzên me bi tu awayî li Ûkraynayê bi Rûsyayê re şer nekin. Dê hêzên me neçin Ewropayê, li Ûkraynayê şer nekin. Em ê li wir tenê hevbendên xwe yên NATO'yê biparêzin û piştgiriya hevbendên xwe bikin.   *Dê nikaribin di warê aborî de hevrikiyê bikin. Em ê hîn bêtir bikin. Ji mueyideyên niha xirabtir. Sibê civîna NATO'yê heye. Em ê di gaveke din de jî hemû xalên hevbenda xwe NATO'yê bînin cem hev du. Dê hêzên me li Ûkraynayê bi Rûsyayê re şer nekin. Lê teqez e mê li rojhilat hevbendên xwe yên NATO'yê biparêzin. NATO, niha ji her wextî bêtir bibiryar e. Êrişa li ser me yekî, li me hemûyan tê kirin.    *Min bi wezîrê me yê parastinê û serfermandarê me re xeber da. Her ku bersivê bide, em ê jî amûrên di dest xwe d ebi kar bînin. Em ê tedarika enerjiya global xera nekin. Ger Rûsya êrişeke sîberî bike, em amade ne bersiva wê bidin. Em bi mehan e bi sektora taybet û sektora sîberê re dixebitin. Em ê xwe li hemberî êrişên sîberî yên Rûsyayê biparêzin. Di rojên ewil ên şer de propagandaya rûs operasyonên eskerî wekî serketinekê dide der.   *Pûtîn, xiyanet li pêşeroja cîhana me kir û xwest evana bi hêzê bi dest bixe. Wê dîrok tercîhên Pûtîn binivîsîne. Ev şerekî belesebeb e. Rûmeta mirovahiyê û azadî nirxên bihêztir in. Ne Pûtîn û ne jî tîranên wekî hevbendên wî dê nikaribin evana bitepisînin. Dê azadî bi ser bikeve.    *Kesî bawer nedikir dê mueyîde hin tiştan asteng bikin. Ji bo bandora muyîdeyan hinekî wext divê. Gelê rûs jî hay ji vê heye. Ev girîng e. Pûtîn dê ji ber mueyîdeyan paş ve venekişe, dê li bendê be bê ka Rojava dibe yek yan na. Em ê bibin yek.    *Ez dixwazim bibêjim. Em ê amûrên di dest xwe de hemûyan bi kar bînin. Ji bo em gelê Amerîkayê û kargehên wê li ber fiyetên benzînê biparêzin. Naxwazim gelê Amerîkayê û şîrketên wê ji ber vê bixisirin. Em bênavber ji bo tedarikkirina enerjiyê tevdigerin. Pêwendiya me bi tevahiya welatên hilberînerên petrolê re heye. Em bi tevahiya welatên cîhanê re bi awayekî çalak dixebitin.   *Di warê kêmkirina pirsgirêkên di warê benzînê de çi ji destê min bê ez ê bikim. Teqez bersivek diviyabû. Em DYA, li cem azadiyê ne. Dixwazim tiştên ku min hefteya borî gotin, dubare bikim. Ger Rûsya bi awayekî sîberî êrişê bibe ser şîrketên me, em amade ne bersiva wê bidin.    *Duh bi şev min hevdîtin bi birêz Zelenskiy re kir. Min temînat da wî. Min got dê DYA, piştgiriya gelê Ûkraynayê bike. Ji bo êşa li wir kêm bibe em ê alîkariya wir bikin. Dîrok şahid e ku mixabin di dagirkeriyên wiha de bêîteatiya sivîl pir çêdibe. Rewş dixitimin. Em ê hefteya bê û mehên bê de li cem gelê Ûkraynayê bin. Êdî ew 30 sal in serbixwe ne. Êdî kes nikare welatê wan ji wan bistîne. Pûtîn, êriş biriye ser welatên aştiya global li ser pêyan dihêlin. Her kesî rûyê rast ê Pûtîn û hevbendên Kremlînê dît. Tim dixwest êriş bike. Pûtîn dixwaze împaratoriyê ava bike.   *Niha pevçûn zêde bûne. Yekîneyên pêdivî bi wan hene, dê ber bi Rojhilatê Ewropayê ve bên şandin. Tu planeke min a ku ez bi Pûtîn re baixivim tune ye. Mueyideyên me yên derbarê bankeyan de dê bbin cihê encamên pir bibandor ên ji SWIFT'ê wêdetir.    "(Pirs: Gelo Pûtîn bi êrişeke nukleerî gefan dixwe?) Tu fikireke min a ku Pûtîn dixwaze çi bike tune ye, gef çi ye ez wê jî nizanim. Lê ji bo muyîdeyên me bandora xwe bidin de pêdivî bi wext heye. Dê gelê rûs bibîne ku encamên kirinên Pîtîn dibin sedema çi. Dê paş de gav bavêje? Lê em ê ji bo encamên cidî bixebitin.    *Bê şik û guman e; ger hêzeke nukleer a cidî rabe welatekî dagir bike, bê guman bersivdayîna cîhanê pirs tiştekî asayî ye. Piyaseyên cîhanê hemû jî dikarin ebrsiva vê bidin. Fikira ku dê ev dirêj bidome ne gengaz e. Heya em bibiryar bin û em mueyideyan pêk bînin, ev dê dirêj dewam neke.    *Tankên rûs, fîşekên wan, fuzeyên wan li Ûkraynayê ne. Dê mueyîde pir dijwar bin. Piştî pêkanînan mueyîdeyan em ê bandora wan bibînin. Piştî bandora muyîdeyan dê çi bike? Em ê mêze bikin. Niha bêhêz e, lewma dê biryareke zehmet bide."