Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê 2022-02-23 13:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Qesra Spî Jen Psakî, diyar kir ku di şertên heyî wê teqez hevdîtina di navbera Bîden û Pûtîn de pêk neye.    Qesra Spî, ragihand ku ji ber biryara wî ya naskirina serxwebûna herêmên xweser ên Ûkrayanê wê hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de pêk neyê. Berdevkê Qesra Spî Jen Psakî, derbarê mijarê de daxuyanî da û destnîşan kir ku wê tu demê derî ji dîplomasiyê re negirin lê di şertên heyî wê teqez hevdîtina di navbera Bîden û Pûtîn de pêk neye. Psakî, ji bo pêkanîna hevdîtinê jî weke şert daxistina aloziyê pêşkêş kir.