Gutters ji bo agirbestê bang kir 2018-02-26 13:57:38 CENEVRE - Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonio Gutteres, got hîn tu alî li gor biryara agirbesta li Sûriyeyê tev negeriyaye. Gutteres, bang li aliyan kir ku di demeke kurt de li gor biryarê tev bigerin.  Rûniştinên Mafên Mirovan a 37'emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kirin. Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonio Gutteres û Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY'yê Zeid Ra’ad Al Hussein di destpêka rûniştinan de axivîn.    BANGA JI BO AGIRBESTÊ    Sekreterê Giştî yê NE'yê Antonio Gutteres, kêfxweşiya xwe ya ji bo agirbesta 30 rojî ya li Sûriyeyê anî ziman û diyar kir ku her çi qas heta niha alî li gor biryarê tev negeriyabin jî, divê di demeke kurt de li gor biryarê tev bigerin. Gutteres destnîşan kir ku salvegera 70'emîn a Danezana Gerdûnî ye û balê kişand ser parastina maf û azadiyên sereke yên deklarasyonê û divê hemû dewlet peywira dikeve ser milê wan bi cih bîne. Gutteres diyar kir ku hîn jî li gelek deveran bêyî ku bêjin jin û zarok in tên kuştin û tenê tarîfeke van pêkanînan heye, new jî paqijiya etnîkî ye. Gutteres, bang li hemû dewletan kir ku divê di warê mafên mirovan de hîn bêtir tev bigerin û got: "Divê mafê ewlehiyê û mafên mirovan bi awayekî paralel bên birêvebirin. Mafên mirovan mafê ewlehiyê lawaz nake, hêzdartir dike."    Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeir Ra’ad Al Hussein jî biryara agirbestê ya li Sûriyeyê silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Al Hussein diyar kir ku feraseta dewletê ya têkidlarî ewlehiyê dîsa derketiye holê û li her deverên cîhanê azadiyên mafên mirovan ên sereke tên binpêkirin. Al Hussein destnîşan kir ku hîn jî zarok dimirin, hîn jî îşkence û muameleyên kirêt didomin. Al Husseiyn pirsî ku ji bo çi ev tişt nayên rawestandin û got, ev binpêkirina mafên mirovan ên sereke ye.    Al Hussein, bang li herkesî kir ku divê zêdetir mafên mirovan bên parastin. Al Hussein bi lêv kir ku kesên hikûmetê rexne dikin tên girtin û wekî "terorîst"n tên îşankirin û di warê mijara penaberan de jî bi awayekî tund dewletên Ewropayê rexne kir û got: "Hin kes dibêjin em naxwazin xwîna wan an jî rengê wan tev li rengê me bibin. Ev nîjadperestî ye û talûke ye."