‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’ 2022-02-08 13:49:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Iraqî Arîf Hemamî da zanîn ku ji mudaxaleyên derve, parlamentoyê nekarî bicive û di vê mijarê de tiliya Tirkiyeyê heye. Hemamî diyar kir ku li Iraqê hinek aliyên siyasî hene ku alîkariyê bi Tirkiyeyê re dikin.    Dihat payîn ku parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar duh bicive. Lê ji ber boykota hinek komên li meclisê, civîn nehat lidarxistin û ji bo demekî nediyar hat taloqkirin.  Têkildarî mijarê ji parlamenterên Dewleta Qanûnan Irakê Arîf Hemamî ji RojNewsê re axivî û da zanîn ku sedema taloqkirina civînê, rageşiya di navbera partiyên siyasî de ye. Hemamî got ku di kûrbûna krîza li Iraqê de tiliya Tirkiyeyê heye.    Di berdewamê de jî Hemamî bal kişand ser mudaxaleyên ji derve li Iraqê têne kirin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di mijara kûrbûna aloziya heyî de tiliya gelek dewletên biyanî heye. Di nav wan hêzan de destwerdana dewleta Tirkiyeyê û hêzên siyasî yên alîkariyê didin Enqereyê jî hene.”