Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin 2022-02-07 15:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Dihat payîn ku hilbijartina serokomariyê ya Iraqê îro bihata kirin. Lê ji ber ku piraniya parlamenteran amade nebûn, hilbijartin bo demekî nediyar hat taloqkirin.    Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû dê îro biciviya. Lê belê gelek koman biryara boykotê dabûn û ji 329 parlamenteran tenê 58 jê di civînê de amade bûn. Ji ber ku ji sê pişkan du jê ne amade bûn, rûniştin çênebû.    Hilbijartina serokomariyê ji bo demekî nediyar hat taloqkirin.