Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan 2022-02-01 11:28:32   ENQERE - Damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku li Îngilistanê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya mafê mirovan, demokrasî û azadiya çapameniyê ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan    Parlamenterê Almanyayê Martin Sonnenborn, diyar kir ku ji ber têkoşîna wî ya mafê mirovan, demokrasî û azadiya çapameniyê, damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku li Îngilistanê girtî ye, ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan daye. Enstîtuya Nobelê ya Norveçê ku xelat dide jî piştgrast kir ku prosedura namzetiya Assange bi serkeftî temam bûye.    Assange, ji ber ku belgeyên veşarî yên sûcên şer û mrirovahiyê yên Amerîkayê ku li Afganistanê kiriye îfşa dikin li ser Wikileaksê weşandiye li Girtîgeha Belmarshê ya Îngilistanê tê girtin.