Lavrov: Rûsya şer naxwaze 2022-01-28 12:40:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî mijara Ukraynayê wiha got: “Heke ku ev mijar girêdayî me be, şer dernakeve. Em şer naxwazin.”    Ji ber mijara Ukraynayê ev demeke di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de rageşî heye. Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek da. Lavrov diyar kir ku hevdîtinên derheqê mayîndekirina ewlehiyê yên bi NATO û DYA’yê re hêj xelas nebûne.    Li ser pirsa ‘gelo îxtîmala şer heye yan na’ jî Lavrov wiha got: “Heke ku ev mijar girêdayî Rûsyayê be, dê şer dernekeve. Em şer naxwazin. Lê li hêla din em nahêlîn ku kesek êrişî berjewendiyên me bike yan jî berjewendiyên me paşguh bike.” Rûsyayê rojek berê têkildarî fikarên xwe yên ewlehiyê çend daxwazên xwe ji DYA’yê re ragihandibûn û DYA’yê jî bersiveke bi nivîskî dabû. Lavrov bal kişand ser vê mijarê û wiha got: “Bersivên wan rojek berê hatin ber destê me. Ev, karê rojavayiyan e. Di gelek aliyan de bi ser mijara esasî de digirin. Lê belê wekî min gotî, di mijarên asta duyemîn de hinek perçeyên biçûk ên biaqilane hene.”