Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat 2021-11-12 16:00:15   NAVENDA NÛÇEYÊ - Keştiya Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê.   Aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' ku 9'ê Mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23'an a hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê. Ji Arjantînê heta Spanya, Fransa, Swîsre, Îtalya û Yewnanistanê, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl, parêzer, xwendekar û aktîvîst piştî rêwîtiyê gihîşt Napolî. Aktîvîst li vê derê ji aliyê girseya gel û nûnerên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin. Ji çalakgerên keştiyê Sylive Jan beriya ku ji keştiyê peya bibin got, Kurd 'hêza çareseriyê' ye û destnîşan kir ku Kurd pirsgirêk nîne, Kurd çareserî û bersiv e.   'AZADIYA ABDULLAH OCALAN WÊ ŞER Û KOMKUJIYAN BI DAWÎ BIKE'   Di vê çalakiyê de ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hate lidarxistin, li bendera Napolî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Daxuyaniya çapemeniyê bi Kurdî ji aliyê endamê însiyatîfê Yuksel Koç ve hate kirin. Daxuyanî wiha ye:   "Em dikarin vê bi hêsanî bêjin; Rêber Apo yê ku beriya 23 salan bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, êdî navneteweyî bûye.   Bi navê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re û gelê Kurd em Şaredariya Napolî û şaredariyên din ên Îtalyayê yên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê me, her wiha gelê Îtalyayê silav dikin. Eger şaredariyên din ên Îtalyayê û welatên din vê helwesta bi rûmet a Şaredariya Napolî bişopîne, ev yek wê tevkariyeke mezin li azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bike. bi navê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, em careke din daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ji cîhanê re radigihînin. Dem dema azadiya Ocalan e.   Azadiya Rêber Apo hem wê şer û komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bike, hem jî wê jiyaneke azad û bi hev re ya gelan bîne Rojhilata Navîn, demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Parastina azadiya Ocalan çareseriya li dijî şer e, azadiya li dijî zextan e, biratiya li dijî wêderkirinê ye, jiyana hevpar a li dijî cihêkariyê ye.   'WEZÎFEYA ME YE KU EM ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ RAWESTÎNIN'   Bi navê çalakgeran, li gel daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, yek ji armancên me yên bingehîn ew e ku artêşa Tirk a ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin rawestînin.   'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'   Yek ji daxwazên me yên girîng jî ew e ku tevgera azadiyê ya Kurd PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, ku li dijî DAÎŞ'ê bi lehengî şer kir û gelên cîhanê ji belayekî mezin rizgar kir.   Çalakiya me ya 'Azadî wê bi ser bikeve, Keştiya Azadî ji Ocalan re' li vir bi dawî dibe. Lê belê em ê kampanya xwe ya 'Azadî ji Ocalan re' bi xwedîderketineke hîn xurtir dewam bike. Di heman demê de em ê felsefeya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo bi coş û biryardariyeke hîn mezintir bigihînin cîhanê.   Em bang li tevahiya Kurdistaniyan, gelên cîhanê û dostan dikin ku vê kêliya dîrokî mezin bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi biryardarî têbikoşin."   Di dema daxuyaniya çapemeniyê de nûnerên şaredariyên herêmên 6 û 8'an ên Napolî jî amade bûn. Nûnera Şaredariya Herêma 8'an Nicola Nardelli bi bîr xist ku Napoli welatîbûna rûmetê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Azadiya Ocalan rêya aştiyê ye."   Piştî axaftinan girseya gel dest bi meşê kir. Di çalçakiyê de posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi daxwaza azadiya Ocalan hate hildan û dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.   Çalakger ber bi avahiya walîtiyê ve dimeşin.