Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin 2021-11-12 09:18:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiya Azadiyê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Atînayê b rê ketibû, wê îro li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi girseyî bê pêşwazîkirin.    Aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' ku 9'ê mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan a Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23'an a hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, wê bigihêje bajarê Napolî. Derdora 40 aktîvîst, nûnerên civakî yên sivîl, parêzer, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên ji deverên cuda yên cîhanê, wê li bajarê Napolî bi rengekî girseyî bêne pêşwazîkirin.   Bi vê çalakiyê re ku di heman demê de weke 'Karwanê Azadiyê' jî tê pênasekirin, daxwaza azadiya Ocalan tê kirin. Her wiha tê xwestin ku projeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan bigihêje girseyên gel û têkoşîna li dijî êrişên dewleta tirk bê mezinkirin.   Li Napolî jî bernameyeke berfireh heye. 'Keştiya Azadiyê' wê 12'ê mijdarê danê nîvro li qada Pisacane ya bendera Napolî bê pêşwazîkirin. Tê payin ku aktîvîst destpêkê li vir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.   Saet di 16:00 de jî wê li Modernissimo Sînemayê ya li Cisterna dell'Olio'yê bi beşdariya gel konferansek bê lidarxistin.   Saet di 21:00 de wê li Ex Asilo Filangieri'yê (vico Maffei) konserek bê dayin. Ji çalakgerên keştiyê Yelda Abbasî, Fatemeh Esmaelian Zare, Ferqîn Azad, Ciccio Merolla, Carmine d'Aniello, 'E Zezi, Davide della Monica û Suonno d'Ajere wê derkevin ser dikê.