UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin 2018-02-06 16:00:26 CENEVRE – UNÎCEF'ê diyar kir ku li Sûriye di mehekê de herî kêm 60 zarok hatin kuştin û wiha got: "Di êrîşa li ser Efrînê de nêzî 15 hezar mirov ji çoltarê koçî bajar kiriye." Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNİCEF), têkildarî êrîş û şerê li Sûriye daxuyaniya hefteyî da. UNÎCEF'ê diyar kir ku ji roja şerê navxweşî dest pê kiriye heta niha zarok tên kuştin û wiha got: "Di meha ewil a 2018'an de 60 zarok hatin kuştin. Bi taybetî li bajarên Efrîn, Idlib, Şam û herêma Ghouta ya Rojhilat tundi zêde bûye. Ji 15'ê Kanûna 2017’an heta 22'ê çileya 2018'an çeyrek milyonek mirov koçî ji cihê xwe koç bûne. Ji 20'ê Çile heta niha 15 hezar mirov ji çoltarê koçî navenda Efrînê kirin. Li herêmê kuştina zarok û mezinan zêde dibe."