Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50 2021-07-05 10:46:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya balafirê ya duh li Fîlîpînan pêk hat de hejmara miriyan derket 50 kesî.    Li Fîlîpînan, duh dema ku balafirek leşkerî xwestibû dakeve Girava Jolo ya girêdayî parêzgeha Sûlûyê ketibû û qezayeke mezin pêk hatibû. Hat diyarkirin ku hejmara miriyên di qezayê de derketiye 50 kesî. Berdevkê Artêşa Fîlîpînan General Edgard Arevalo, têkildarî qezayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di qezayê de 47 leşker û 3 jê jî sivîl bi giştî 50 kesî jiyana xwe ji dest daye.