Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû 2021-06-19 11:56:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê mûhafazaker Erkdarê Darazê Îbrahîm Reîsî bû Serokkomarê 8'emîn ê Îranê.    Li gorî encamên fermî yên ewil ên hilbijartina Îranê, namzetê mûhafazaker Erkdarê Darazê Îbrahîm Reîsî bû Serokkomarê 8'emîn ê Îranê.   Serokê Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Hûndir a Îranê Cemal Orf, di civîna li dar xist de encamên ewil ên Hilbijartina Serokkomariyê yên 13'emîn aşker kir. Orf, diyar kir ku ji 28 mîlyon û 600 hezar dengên ku heya niha hatin jimartin, namzetê mûhafazakar Reîsî 17 milyon û 800 hezaran, namzetê mûhafazakar Muhsîn Rizaî 3 milyon û 300, namzetê reformîst Abdunnasir Himmetî 2 milyon û 400 hezar û namzet Emîr  Huseyîn Kadizade Haşîmî 1 milyon deng qezenc kirin.    Li gorî van encaman, Reîsî ji sedî 62 deng girtin û di tura yekemîn ji bo Serokkomariyê hat hilbijartine. Reîsî bi vî awayî ji sedî 50+1 derbas kir û bû Serokkomarê 8'emîn ê Îranê.