Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir 2021-06-16 15:07:09   CENEVRE – Hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, li Cenevreyê dest pê kir.   Hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin de, li paytexta Swêd Cenevreyê dest pê kir. Ji bo hevdîtinê Putin saet di 12.25 deqeyan de gihîşt Balafirgeha Cenevreyê. Ji bo Biden ku duh hatibû Cenevreyê merasîma fermî ya pêşwazîkirinê hatibû lidarxistin lê ji bo Putin merasîm nehat lidarxistin. Li vîlaya La Grange ku hevdîtin lê tê kirin Berdevkê Demê yê Hikûmeta Swêdê Guy Parmelin Putin li ber derî pêşwazî kir.    Piştî hatina Putin a vîlayê Biden jî ji otela ku lê bû derket û hat vîlayê. Her du lîderan destpêkê li ber deriyê vîlayê bi hev re wêne dan çapameniyê û piştre derbasî pirtûkxaneya vîlayê bûn. Li vir jî piştî ku her du lîderan bi wezîrên xwe yên karên derve Antony Blinken û Sergey Lavrov re wêne dan çapameniyê dest bi hevdîtinê kirini    MA / Ruştu Demîrkaya