Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye 2021-04-29 12:20:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora ku saziya alîkariyê Oxfam’ê weşand, di pêvajoya pandemiyê de li seranserê cîhanê 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye   Saziya alîkariyê Oxfam International ku navenda wê paytexta Îngilistanê Londonê,  derbarê rewşa aboriyê ya jinan û windabûna dahata wan a pêvajoya pandemiyê de raporek weşand. Li gorî vê raporê li seranserê dinyayê di pêvajoya pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye.