Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne 2021-04-26 14:08:26   ENQERE - Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê Nacho Sánchez Amor, diyar kir ku Doza Kobanê ji nêz ve dişopînin û anî ziman ku krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne.   Raportorê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor têkildarî Doza Kobanê, Parlementoya Ewropayê û Navenda Giştî ya HDP’ê etiket kir û twîtek parve kir. Amor, diyar kir ku darizandinê ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Krîmînalîzekirina mûxalefeta demokratîk û rewa, rast nîne û ne nêzikatiyeke rast e.”