Paşînyan îstifaya xwe ragihand 2021-04-25 11:47:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, ragihand ku ji Serokwezîriya Ermenistanê îstifa kiriye.    Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên 20’ê hezîranê ji Serokwezîriya Ermenistanê îstifa kiriye. Paşînyan, got ku heta hilbijartinê dê weke Cîgirê Serokwezîr peywira xwe bidomîne. PaşÎnyan, têkildarî îstifa kirine xwe ev tişt got: “Li gorî lihevkirina bi Serokkomar û hêzên siyasî yên welat re ji bo ku di 20’ê hezîranê de hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê pêk bên ji Serokwezîriya Ermenistanê îstifa dikim. Wê parlamento du caran li ser hev serokwezîrekî nû nehilbijêre û piştre li gorî qanûnê dê parlamento bê fezxkirin û hilbijartinên pêşwext pêk bên.”