Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir 2021-04-13 09:41:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Kanadayê, destûra îxracata teknolojiyê ya ji bo hilberîna balafirên bêmirov ji bo Tirkiyeyê betal kir.    Piştî belavbûna nûçeya ku balafirên bêmirov ên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine hilberandin di şerê Qerebaxê de ji aliyê arteşa Azerbaycanê ve li dijî Ermenîstanê tên bikaranîn, ji bo ku vê rewşê lêkolîn bike Kanadayê di cotmeha 2020’an de navber dabû îxracatên teknolojiyê ya ji bo Tirkiyeyê.  Li gorî nûçeya BBC Tirkî; Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Marc Ganeau daxuyand ku balafira bêmirov (ÎHA) û Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) ên li Tirkiye di hilberîne bikaranîna wan a di şerê Qerebaxê de hatiye tespîtkirin û li ser vê yekê destûra îxracata teknolojiyê ya ji bo Tirkiyeyê hatiye betalkirin.    Derbarê mijarê de Garneau ev tişt got: “Hate tespîtkirin ku Enqere li gorî şert û mercan nêzîk nebûye. Teknolojiya li Qerebaxê hat bikaranîn li dijî polîtîkaya Kanadayê ye, hem jî li dijî garantiyên li ser armanca bikaranîna teknolojiya çekan a Tirkiyeyê ye.” Garneau anî ziman ku wan ev yek ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû re jî ragihandine.