Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand 2021-04-04 16:32:10 STENBOL - Koma Kampanyeya Aştiyê ya Kurdistanê, bi boneya roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan, ji Buroya  Hiqûqê ya Asrînê re name şand û rojbûna 72'yemîn a Ocalan pîroz kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girava Îmraliyê dibin tecrîdek girankiriye de ye, îro ket 72 saliya xwe. Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Ocalan li gelek qadan bernameyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin. Koma Kampanyeya Aştiyê ya Kurdistanê (Peace în Kurdistan) a ji gelek welatên Ewropayê kesên navdar cihê xwe tê de digirin, bi boneya roja rojbûna Ocalan, ji Buroya  Hiqûqê ya Asrînê re name şand û rojbûna 72'yemîn a Ocalan pîroz kir.   Di nameyê de ev tişt hatin dest nîşankirin:    “Bi hevgirtin û dostanî em silavê xwe ji rojbûna Abdullah Ocalan re dişînin. Em li benda roja we ya azadiyê ya ku wê li Kurdistanê aştî were. Em dixwazin fikarên xwe yên derbarê tendirustî û aramiya we par ve bikin. Rayedarên dewleta Tirk bi qasî 10 salan e nahêle hûn bi parêzerên xwe re rûnên û ji ber serdanên kêm ên malbatê jî fikarên me zêde bûne. Em ji bo azadiya we kampanyayan çêdikin û bang li CPT’ê dikin ku bila ji bo tendirustiya we, biçe serdana we.  Agahiyên derbarê tedawî û şertên girtîgehê wê hinek fikaran kêmtir bike û ji bo çareseriya aloziyên civakî jî bibe alîkar.   We bi nivîs û rêbertiya xwe ya siyasî îlham da çend nifşên jin û mêrên Kurd. Ev mîrat ji bo gelê Kurd destkeftiyeke dîrokî ye. Çalakiya we ya siyasî di nav jin, ciwan û civakê de hebûna xwe didomîne û ji bo huner, muzîk û afirîneriya bi Kurdî dibe îlham. Bi taybetî jinên Kurd îro di nav refên pêşîn ên têkoşîna gel de ne.   Em wekî gelê Kurd ji bo enerjî û çalakiyan veguherînin bidestxistina aştî û azadiyê em dixebitin. Hûn avakarê tevgera azadiya Kurdan, yek ji parçeyekî sereke yê pêvajoya aştiyê û rêberê serkeftina wê ye. Ji bo ku hevdîtinên we yên bi hikumeta Enqereyê pêk were, em zextan dikin. Azadiya we ne di destê me de be jî hewldanên me yên ji bo wê kêm nabe û em her roj dixebitin.   Heta roja serfiraziyê, bi piştgirî û dostaniyê...”   ÎMZEVAN   John Austin, Starch Green Barones Blower, Prof Bill Bowring, Julie Christie, Noam Chomsky, Jeremy Corbyn MP, Prof Mary Davis, Lord Dholakia, Simon Dubbins, Jill Evans, Desmond Fernandes,  Lindsey German, Melanie Gingell, Christopher Gingell, Prof.Dr.Michael Gunter, Rahila Gupta, Nick Hildyard, DafyddIwan, Plaid Cymru, James Kelman  , Bruce Kent, Jean Lambert, Dr Les Levidow,  ElfynLlwyd, John McDonnell; AonghasMacNeacail, Mike Mansfield QC, David Morgan,  Doug Nicholls, Dr. Jessica Ayesha Northey,  Conor Murphy, Dr Thomas Jeffrey Miley, Kate Osamor MP, Owen Obe, Ali Gul Ozbek;  Gareth Peirce, Dr Felix Padel, Maxine Peake, Dr Thomas Phillips, Trevor Rayne, Joe Ryan, Tony Simpson, Weqfa Aştiyê Bertrand Russell, Stephen Smellie, Jonathan Steele,  Steve Sweeney, Gianni Tognoni,  Dr ToveSkutnabb-Kangas, Dr Federico Venturini, Dr Tom Wakeford, Dr Derek Wall,  Julie Ward, Kariane Westrheim;  Hywel Williams MP.