Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin 2018-01-26 10:36:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Swêdê komek siyasetmedar û rewşenbîr bang li hikûmeta Swêdê û dinyayê kirin ku li dijî şerê TSK-OSO ku bi daxwaza hikûmetê pêk hat rawestin û şer rawestînin.  Şerê TSK-OSO ku hikûmeta AKP-MHP'ê li dijî gelê Efrînê daye destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHA hat diyar kirin ku di rojnameya Aftonbladetê de ku li Swêdê tîraja wê 820 hezar e bangeke bi navê ‘’Îxanetê li Kurdan nekin ku dawî li Dewleta Îslamê anîn’ hate weşandin. Di bangê de  komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Iraqê, Sûriyê û Ewropayê hatine rêzkirin û piştre hate gotin gerîlayên Kurd ku jinên YPJ’yî jî di nav de bûn DAÎŞ têk şikandin.   Kesên ku bang dikin diyar kirin piştî ku DAÎŞ hate şikandin dinyayê pişta xwe daye Kurdan û gotin: "Despotê Tirkiyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gefê dixwe ku herêma xweser a Kurdan a Sûriyê tine bike û civaka navnetewî bi bêdengî temaşe dike’’ û helwesta xwe nîşan didin ku dinya Kurdan tenê dihêle.   Di bangê de gotin: "Êrîşa li ser Kurdan pir dijwar e, heke civaka navnetewî bêdeng bimîne ev ê bibe tevgera bejahiyê û dagirkirinê, komkujî û qirkirin bibe û Tirkiye bi hinceta ewlehiya sînor êrîşan dixwaze meşrû bike."  Siyasetmedar û rewşenbiran di bangê de gotin ku îdîayên Tirk bêbingeh in û wiha pê de çû: "Dema ku rêxistina terorê DAÎŞ’ê bi azadî li ser sînorên Tirkiyê zîtirk didane xwe artêşa Erdogan li dijî Sûriyê yek gule neteqand. Bi gotineke dî Erdogan li şûna Kurdên sekuler tercîh dike ku DAÎŞ a cîhadî bibe cîranê wî. Helwesta Tirkiyê ya li dijî Kurdan û gelên dî ji berê ve tê zanîn lê dinya li ser êrîşên li dijî Kurdan bêdeng e û ev fikaran çêdike û xwestin ku dinya dawî li vê bêdengiya xwe bîne, destekê bide Efrînê û bi taybetî jî hate xwestin ku êrîşên Tirkiyê werin şermezarkirin û ji bo ku dawî li êrîşan were hewl bidin.   Wekîlê Partiya Hawîrdorê Jabar Amîn, wekîlê Partiya Lîberal Frerdîk Malm, Wekîla Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh, hunermend Olof Buckard, Kemal Gorgu, Serpîl Înanç, Sîdar Yîgit, nûçegihan Kurdo Baksî, Murat Kusyrî û Latîfe Fegan jî îmze avêtin bin bangê.    Piştî êrîşên TSK'ê ya li ser Efrînê di medyaya Swêdê de gelek gotar ên bi naveroka dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan hatine nivîsin. Nûçe û analîzên ku bêdengiya dinyayê ya li ser êrîşên li dijî Kurdan rexne dikin. Di rojnameya Aftonbladet de, bi navê ‘Welatê endamê NATO’yê Kurdan bombe dike’ sernivîsek hate nivîsîn û di serdemeke wiha de ku DAÎŞ ber bi têkçûnê ve diçe û Esad bi desteka Rûsya dibe serkeftiyê şerê navxwe rewş hatiye wê ku muxalef û hêzên demokratîk werin çewisandin.   li Bakurê Sûriyê li herêmên Kurdan tovên rêveberiyeke demokratîk û sekuler têne avêtin lê ev di serî de ji hêla Tirkiyê ve weke gefê têne dîtin û Erdogan YPG’ê bi ‘terorîst’bûnê tawanbar dike.   Di gotarê de ya bi îmzeya Anders Lîndeberg hate gotin Erdogan piştî hewldana darbeyê ya par muxalefet kiriye girtîgehan, medya bi temamî kontrol kiriye û ji bo ku van bike ‘dijminê derve’ ava kiriye û bi vê sedemê jî pêşî li Tirkiyê û piştre li Sûriyê li dijî Kurdan şer ragihandiye. Bi domdarî hate gotin, ‘’Êrîşên bi ser herêmên Kurdan de û YPG’ê de bi temamî dijî hiqûqa navnetwî ye û bi temamî polîtîkaya êrîşkariyê ye.’’   Pisporê Polîtîkaya Derve ya Televizyona Dewletê ya Swêd û nûçegihan Claes JB Lofgren got heke ne ji têkoşîna Kurdan be niha Bakurê Sûriyê wê hê jî di dest çeteyên DAÎŞ’ê de bûna û got, ‘’Lê niha balafirên Tirk û topên wan êrîşê dibe ser herêmên ku terorîst ji herêmê derxistin. Û Serokkomarê Tirk Erdogan dibe hedefa dagirkirinê YPG ye, ku YPG’ê bi terorîstbûnê tawanbar dike.’’   Di rojnameya Dagens Nyheterê de, Erîk Ohlsson got, ‘’Bi desteka DYA’yê têkoşîna dijî terorîstên DAÎŞ’ê moral geş kirin. Lê di dema êrîşên Tirkiyê de yên bi ser Efrînê de DYA’yê hevkarên xwe tenê hiştin.’’   Ohlsson got Rûsya li dijî polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyê raneweste û got,’Bêhna bazarên genî tê.’’   Tê gotin ku ji bo ku cîhadîstan ji Idlibê derxin Rûsya û Sûriyê destûra êrîşê dane Tirkiyê.