Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e 2021-02-28 09:13:19     NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Lîanna Mihoyan, diyar kir ku tevahiya Arteşa Ermenistanê ne li dijî desthilata Nîkol Paşînyan e û leşkerên Paşînyan wan ji peywirê girtiye li dijî desthilata Paşînyan derdikevin.   Azerbeycan, di 27’ê îlonê de bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî Qerebaxê ya di bin kontrola Ermenistanê de kir. Li gel ku Ermenistan bersiva erişê da û zêdetirî mehekê bi Azerbeycanê re şer kir jî bi ser neket. Di 10’ê Mijdara 2020’an de Ermenistan û Azerbeycan li Rûsyayê li hev rûniştin û Peymana Agirbestê îmze kirin. Bi vê peymanê Ermenistan beşeke mezin a Qerebaxê ji Azerbeycanê re berda.   Ev li Ermenistanê bû sedema aloziyê û muxalefetê li dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan dest bi meş û çalakiyan kir. Ji wê demê ve li Ermenistanê alozî heye û muxalefet li dijî Paşînyan çalakiyan li dar dixe û daxwaza îstifaya wî dike. Di 24’ê sibatê de artêş jî tevlî vê daxwazê bû û Serfermandarê Artêşa Ermenistanê Onîk Gasparyan bi danezanekê banga îstifayê li Paşînyan kir.    Ji ber ve bangê Paşînyan, Serfermandar Onîk Gasparyan ji peywirê girt û bang li alîgirên xwe kir ku ew jî dakevin qadan. Lê Serokkomar Armen Sarkisyan ji peywirgirtina Onîk Gasparyan qebûl nekir. Li Ermenistanê hem muxalefet hem jî Paşînyan û alîgirin xwe li qadan in û li dijî çalakiyan li dar dixin. Ji ber ku alî paşde gav navêjin li welat aloziyeke mezin heye û tê payîn ku hê mezintir bibe.    Ji bo ku rewşa li Ermenisanê rast e rast ji qadê hîn bibin, me xwe gihand rojnameger Lîanna Mihoyan ku aloziya li welat di cih de şopîne û têkildarî rewşa ji ber aloziyê li welat peyda bûye ev pirs jê kirin;   Li gel ku Artêşa Ermenistanê jî hevkarê têkçûna Paşînyan a li hemberî Azerbeycanê ye, çima îro banga îstifakirina li Paşînyan dike? Mirov dikare bibejê ku ev gengeşiya di navbera Artêşa Ermenistanê û Paşînyan de ji dema Şerê Qerebaxê tê?   Ji demeke dirêj ve ye di navbea Ermenistan û Azerbeycanê de gengeşî heye. Gelek caran çend rojan şerê hev dikirin û vedikişiyan. Lê di şerê dawîn de Azerbeycan bi piştgiriya Tirkiyeyê amedekariyeke baş kiribû û zora Ermenistanê bir. Li Qerebexê 7 bajar hene. Beriya şer Rûsyayê navbeynkariya aliyan dikir û dixwest ku Ermenistan 5 bajaran bide Azerbeycanê û tenê 2 bajar jê re bimînin. Lê Ermenistanê vê qebûl nekir. Azerbeycanê jî vê qebûl nedikir û digot wê hemû Qerebaxê bigirin.    Ji ber ku Paşînyan dixwest Ermenistanê ji Rûsyayê qut bike, Rûsya bi şerê Qerebaxê tola xwe ji Paşînyan û Ermenistanê girt. Peymana şerê Qerebaxê ji aliyê Rûsyayê ve hatibû amedekirin. Dema ku Paşînyan vê peymanê qebûl kir, artêşê jî piştgiriya wî kir. Lewre artêşê di şer de windabûneke mezin dabû û gelek dever ji destê wê hatibûn girtin. Ji ber vê artêşê jî peymanê xwest.    Lê tê angaştkirin ku ji bo dijberiya Paşînyan hin derdoran pere daye Onik Gasparyan û jê daxwaz kirine ku Paşînyan vexwîne îstifayê. Lewre hemû artêş ne li pişt Onik Gasparyan e. Leşkerên ku piştgiriya Gasparyan dikin ew leşker in ku ji hêla Paşînyan ve ji peywirê hatine girtin.      Dema ku Paşînyan hat desthilatê, kesên ku tenê ji bo xwe xebitîbûn û gendelî kiribûn wan ji peywirê girt. Ji ber vê jî bi destê muxalefetê timik li dijî Paşînyan çalakî tên lidarxistin.   Weke tê zanîn Paşînyan bixwe jî piştî rewşa aloz a mîna niha hat hilbijartin û bû serowkezîrê Ermenistanê. Wê demê jî destê Artêşa Ermenistanê di nav aloziyê de hebû? Ango kevneşopiya mudaxaleya artêşê ya li siyasetê li Ermenistanê heye? Heke hebe ji kîngê ve dest pê kiriye?   Rewşa pêvajoya hatina Paşînyan a ser desthilatê ji ya niha cudatir bû. Kesên ku niha Paşînyan bi îxanet û firotina welat sûcdar dikin, beriya Paşînyan bi salan li desthilatê bûn. Lê di sala 2018’an de li her dera Ermenistanê; gund, navçe û bajaran herkes li dijî wan derket kolanan û Paşînyan anîn ser desthilatê. Gel Paşînyan anî desthilatê. Ji ber vê jî navê vê pêvajoyê bû Şoreşa Gel. Wê demê artêş li dijî muxalefeta niha derket û piştgiriya Paşînyan kir. Li Ermenistanê artêş zû bi zû daxilî mijarên siyasî nabe û kevneşopiyeke bi vî rengî ya artêşê tuneye.    Sedema aloziya li Ermenistanê tenê Şerê Xerebaxê ye yan mijarên ku nayên zanîn jî di bin vê aloziyê de hene? Bi awayekî giştî guhertineke çawa tê xwestin?   Aloziya li Ermenistanê ne bi şerê Qerebaxê dest pê kir. Beriya şer jî muxalefet li dijî Paşînyan meş û çalakî li dar dixistin. Lewre dema ku Paşînyan hat desthilatê, kesên ku tenê ji bo xwe xebitîbûn û gendelî kiribûn wan ji peywirê girt. Ji ber vê jî bi destê muxalefetê timik li dijî Paşînyan çalakî tên lidarxistin. Ev aloziya li welat bû sedem ku Ermenistanê di şerê Qerebaxê de bi ser nekeve.    Muxalefet jî mîna artêşê difikire û daxwaza îstifaya Paşînyan dike. Alternatîfa muxalefet û artêşê çî ye? Heke muxalefet bê desthilatê pêkane ku Şerê Qerebaxê careke din dest pê bike?   Muxalefeta Ermenistanê desthilatdarên beriya Paşînyan in. Ji destpêkê ve muxalefet daxwaza terka desthilatê li Paşînya dike. Dibeje; gere Paşînyan ji erka xwe bikeve û kesek ji aliyê wan ve bi hilbijartinê welat bi rê ve bibe. Paşînyan vê qebûl nake û dibeje em biçin hilbiajrtinê, gel kî hilbijart bila ew welat bi rê ve bibe. Lê muxalefet vê qebûl nake û dibeje gere Paşînyan nebe namzet û derkeve pêşberî gel bibêje min nebaşî li Ermenistanê kiriye, lêborîna xwe bi xwaze û îstifa bike. Lê derdê muxalefetê ji pêşeroja welat zêdetir hatina ser desthilatê ye. Lewre şerê desthilatê dikin û hê jî Paşînyan qebûl nakin. Dema mirov bi giştî li rewşê binêre; wê ev alozî bê encam bi dawî bibe. Lewre gel bi giştî ne li dijî Paşînyan e û piştgirya Paşînyan dike.    Pirî caran nîqaşa ku di pêşerojê de dîsa şerê Qerebaxe çêbibe tê kirin. Lê tu armanceke muxalefetê ya dîsa şerê Azerbeycanê bike nîne. Têkçûna şerê Qerebaxê bandoreke mezin li gelê ermen kiriye. Piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an cara yekemîne gelê ermen ewqas bê hêvî dibe. Hinek zehmet e Ermenistan deverên bi peymanê radestî Azerbeycanê kiriye careke din bi şer vegerîne.       Bi qasî ku diyar e Rûsya piştgiriya Paşînyan dike. Tê gotin ku dema îmzekirina peymana Qerebaxê Rûsya biryar daye ku heta bi dawîbûna pirsgirêka Qerebaxê, Paşînyan li desthilatê be.   Rewşa rêxistinen sivîl li Ermenistanê bi çi rengî ye? Ji bilî artêş û muxalefetê helwesta sendîka û rêxistinên sivîl ên Ermenistanê li dijî vê aloziya siyasî ya li welat çî ye?   Li Ermenistanê rêxistinên sivîl û sendîka kêm in û tu rolên wan nînin. Li Ermenistanê beşek heye wisa bêdeng li rewşê dinêre. Li benda encamê ne. Tiştekî aktîf ku ew bikin tuneye. Heta niha helwesteke wan a ji bo muxalefetê û desthilatê li holê nîne.    Destê welatên derve jî di vê aloziyê de heye? Mînak li ser Rûsyayê gelek nîqaş tên kirin. Îhtîmala detwerdana Rûsyayê ya aloziya li Ermenistanê çî ye?   Bi awayekî vekirî tu hêzeke derve mudaxilî aloziya li Ermenistanê nebûye. Ji destpêka şerê Qerebaxê ve Rûsya dibeje muxatabê hin tiştan e. Lê heta niha Rûsya jî bi awayekî vekirî ji muxalefetê re nebûye destek. Bi qasî ku diyar e Rûsya piştgiriya Paşînyan dike. Tê gotin ku dema îmzekirina peymana Qerebaxê Rûsya biryar daye ku heta bi dawîbûna pirsgirêka Qerebaxê, Paşînyan li desthilatê be. Heta nîqaş hene ku Rûsya ne bi ya muxalefetê bike ne jî bi ya desthilatê bike û li gorî xwe pergalek ava bike.    Balkêş e Tirkiye ku heta niha ji bo tekçûna Ermenistanê ya li hemberî Azerbeycanê her derfetî pêşkêşî Azerbeycanê kir, helwdana darbeyê ya li dijî Paşînyan şermezar kir. Ev daxuyaniya Tirkiyeyê li Ermenistanê çawa tê pêşwazîkirin?   Helwesta Tirkiyeyê ya ji bo Paşînyan cihê fikirandinê ye. Ev helwesta Tirkiyeyê, li Ermenistanê gelek tê nîqaşkirin. Tê gotin ku Tirkiye bi zanebûn ev helwest nîşan daye; ji bo ku aloziya li Ermenistanê xurtir bibe û muxalîfên Paşînyan, Paşînyan bi hevkariya Tirkiyeyê û Azerbeycanê sûcdar bikin. Her wiha bi vê jî alozî mezintir bibe. Aliyê muxalefetê jî angaşt dike ku Tirkiye bi Paşînyan re rûniştiye, jê razîye û naxwaze ku ew bên desthilatê.    MA / Qedrî Esen