300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin 2021-02-26 14:36:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku li eyaleta Zamfara ya dikeve Bakurê rojavayê Nîjeryayê, kesên bi çek êrîşî dibistaneke şevînî kir û 300 xwendar revandin.    Li gorî nûçeyan BBC’ê, li eyaleta Zamfara ya dikeve Bakurê rojavayê Nîjeryayê, kesên bi çek saet 01.00 şevê êrîşî dibistaneke şevînî kirin û herî kêm 300 xwendekar revandin.   Kesên bi çek bi motosîklet û pîkaban êrîşî dibistanê kirin, xwendekar li wesayîtan siwar kirin û bi xwe re birin. Hat destnîşan kirin ku li ser hin êrişkaran kincên unîforma hebûn. Hat, diyar kirin ku di dema êrîşê de, 421 xwendekar di dibistanê de diman.