Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat 2021-02-01 09:47:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Myanmarê artêşê dest danî ser rêveberitya welat. Serokdewlet Wîn Myînt hat binçavkirin.    Berdevkê Partiya Yekitiya Demokrasiyê (NLD) ya li desthilatê Myo Nyûnt, diyar kir ku li Myanmarê piştî ku Serokê Konseya Dewletê û Wezîrê Karên Derve yê San Suu Çii û hin rêveberên partiyê hatin binçavkirine, artêşê dest daniye ser rêveberiya welat.    SERFERMANDAR DEST DANÎ SER RÊVEBERIYÊ   Arteşê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku rêveberiya welat ketiye destê Serfermandarê Artêşê Mîn Aûng Hlaîng. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên 8’ê Mijdara 2020’an de hîle hatine kirin, pêk hatiye.    REWŞA AWARTE HAT ÎLANKIRIN   Artêşê, ragihand ku piştî darbeyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û rêveberiyê welat dê heta salekê di destê leşkeriyê de be. Li welat leşker daketine qadan û telefon û înternet hatine birîn.