The Times: Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi agir dilîze 2018-01-16 12:13:29 NAVENDA NÛÇEYAN -  Rojnameya navdar ya Birîtanî The Times, di sernivîsa xwe de “Tirkiye bi agir dilîze” de cih da axaftinên Erdogan û hewildan operasyoneke li dij Efrînê. Times ji bo operasyonê nirxandina“ Tirkiye ku hêj leşker neşandiye Suriyê divê dîsa bifikire” kir. Hewildanên operasyoneke li dij Efrînê ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan cend roj in bê navber bi lêv dike, di ser nivîsa rojnameya navdar ya Birîtanî, The Times ê de jî cih girt. Times di nivîsa xwe de zanîn ku “Ger Tirkiye wekî endameke NATO yê dixwaze di Rojhilata Navînde armancên xwe pêk bîne divê baweriya hevalbendê xwe bigire. Ev wê rê li ber serkeftina wî jî vebike.”   Times di sernivîsa bi nava “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi Agir Dilîze” hat weşandin de hişyarî jî kir û got “Ger Tirkiye li dij Efrînê operasyoneke pêk bîne wê bi Amerikayê re bê hember hev.”   Di nivîsê de balkişand ser polîtkayên Tirkiyê ya li ser kurdan û hat got “Tirkiye di demên dawî de li Suriyê polîtikayên xwe ji bo pêşketina li kurdan bigire û kontorl bike pêk tine û da zanîn ku “ divê Tirkiye beriya ku leşker bişîne Suriyê dîsa bifikire.”