NY: Li Iraqê di Îlonê de 203 kes hatin kuştin 2017-10-02 10:10:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo geşedanên li Iraqê ragihand ku li Iraqê di Îlonê de 203 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 196 sivîl in û 389 kes jî birîndar bûne. Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê (UNAMI) rapora Îlonê ya der barê bûyerên tundiyê û terorîstî yên li Iraqê eşkere kir. Li gorî rapora UNAMI di meha Îlonê de li Iraqê ji ber bûyerên tundiyê 203 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 196 sivîl in, 5 jî polîs in. Her wiha bi giştî 389 kes jî birîndar bûne. Ji birîndaran 381 kes sivîl in. Li gorî raporê Bexda cihê herî zêde bûyerên tundiyê lê pêk hatiye. Tê gotin ku li Bexda 37 kes hatine kuştin û 157 kes jî birîndar bûne. Li pey Bexda, parêzgeha Enbar û Zîqar tên.