Encamên referandûma Katalonyayê eşkere bû 2017-10-02 08:36:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên referanduma serxwebûnê ya ku Rêvebiriya Xweser a Katalonyaya girêdayî Îspanyayê, eşkere bû. Li gorî daneyên hikûmeta Katalonyayê ji sedî 90 dengê erê derket. Encamên pêşî ya Rêvebiriya Xweser a Katalonyaya girêdayî Îspanyayê ku referandûma serxwebûnê li dar xistibû eşkere bû. Li gorî daneyên hikûmeta Katalonyayê ku li ser medya civakî parvekiriye ji sindoqan sedî 90 dengê erê derket. Hikûmeta Katalonyayê, ragihand di sindoqên ku ji aliyê polîsên Îspanyayê ve nehatine bidestxistin de ji 2 milyon û 262 hezar û 424 dengan 2 milyon 20 hezar û 144 dengê erê derketin.