Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin 2020-10-23 15:54:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Lîbyayê, aliyên ku li Cenevreyê hevdîtinan dikin li ser "agirbesta mayinde" li hev kirin. Hevdîtin li ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Aliyên Lîbyayê di hevdîtinan de li ser "agirbesta mayinde" li hev kirin.   Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter û Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê li ser "agirbesta mayinde" li hev kirin.   Stephanîe Wîllîams a ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo navbeynkariya demkî ji bo Lîbyayê hatiye wezîfdarkirin, roja çarşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji bo agirbesteke mayinde ew bi hêvî ye.