Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne 2020-10-03 10:13:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Serokê Dewleta Karabaxa Çiyayî David Babayan, destnîşan kir ku Tirkiye şer sor dike û wiha got: "Di destê me de delîl û belgeyên ku Tirkiye komên çekdar ji Sûriye şandine hene."    Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 6 rojin şer didome. Şerê ku di 27'ê îlonê de dest pê kir, her ku diçe gûr dibe. Rewşenbir, siyasetmedar û rojnameger diyar dikin ku Hikûmeta AKP’ê dixwaze projeya xwe ya îtîhatkar temam bike û bi ruh bike. Rewşenbir destnîşan dikin ku AKP bi vî şerî armanc dike ku projeya ku li Rojhilata Asya belav bibe, têkçûna aborî û politik piştî êrîşa li Sûriye, Libya û Derya Spî niha jî bi êrîşa Ermenistanê dixwaze ji holê rake.    Li aliyekî gelek welat banga agirbestê dikin û dixwazin şer rawestînin, li aliyê din, Tirkiye alîkariyê dide Azerbaycanê û şer sor dike. Şerê li herêma Karabaxê her ku diçe mezin dibe. Di vê pêvajoyê de agahî û nûçeyên destnîşan dikin ku Tirkiye komên çekdar şandine Azerbaycanê hatin belavkirin. Herî dawî Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di Zîrveya Yekîtiya Ewropa de civîna çapemeniyê li dar xist û got: “Li gorî agahiyên îstixbarata me, 300 şervan ji Sûriyeyê di ser Dîlokê re şandine Baku. Tên zanîn û şopandin û tespîtkirin. Komên çekdar ên cîhatkar tên herêma Helebê. Ev yek tê wateya ku xeta sor derbas dikin."    Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Serokê Dewleta Karabaxa Çiyayî David Babayan, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye şer sor dike. Babayan wiha got: "Di destê me de delîl û belgeyên ku Tirkiye komên çekdar ji Sûriye şandine hene."    'TIRKIYE BI HEZARAN KOMÊN ÇETE ŞANDIN HERÊMÊ'    Babayan, anî ziman ku yên ku êriş dan destpêkirin Azerbaycan û Tirkiye ne, ev herdu dewleta ji beriya 3 an 4 mehan ve bi kêmanî amadekariyên vî şerî dikin û wiha got: Sedema sereke destwerdana rasterast a Tirkiyê ye. Tirkiyê bi hezaran çete ji Rojhilata Navîn anîn ku piraniya wan Tirk in şandin herêmê. Vê yekê alozî dijwartir kir. Wekî ku min bi bîr xst, rola Tirkiyê ya rasterast bû sedema aloziyê. Ji xwe Tirkiyê destek da Azerbaycanê lê ev ne bi awayekî yekser bû û yekemîn car ji sala 1920'an de çêdibe. Armanca sereke ya Tirkiyê projeya împaratoriya netewa Tirkiyê anku Pan Turkism bide destpêkirin, ji ber vê yekê Qerebax û Ermenistanê wêran dike û li dijî gelê Ermenî komkujiyan pêk tîne."    'TIRKIYE DARBEYA MEZIN LI YEKÎTIYA NATO DIXE'    Babayan, bal kişand ser mudaxeleyên Tirkiyê û wiha lê zêde kir: "Mudaxaleya Tirkiyeyê gelek pirs derxistin pêş. Mînak gelo hayê NATO û DYA'yê ji armancên Tirkiyê hebûn? Heke bersiv erê be, gelo wê çi biqewime? Gelo NATO û DYA'yê ev şer pejirandin? Lê heke hayê NATO û DYA'yê jê tunebû wê çi çêbibe? Di vê rewşê de nêzîkatiyên Tirkiyê derbeyeke xeter li wêneya NATO û DYA'yê ye. Ev tê wateya ku yekitiya NATO û wêneya wê ya hevgirtî winda bû, yanî Enqere şirîkê xwe yên mezin (Amerîkayê) paşguh dike. Ez di wê baweriyê de me ku ne hayê DYA û ne jî NAOT'yê ji nêzîkatiyên Tirkiyê tuneye. Delîlê vê yekê daxuyaniya  serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku siyaseta Erdogan şermezar kirin û daxuyaniya hevbeş a serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa û Rûsyayê ku banga lezgîn a rawestîna şer kirin. Ji ber vê sedemê û bi pejirandina projeya Pan-Turkîzmê, siyaseta Tirk ji Rûsya, Îran, Çîn, civaka NATO û bi giştî mirovahiya şaristanî re xeteriyeke cidî derdixe pêş."    'DELÎL HENE'    Babayan, destnîşan kir ku delîlên ku Tirkiye komên çekdar Şandine Azerbeycanê hene û wihaaxivî: "Hemû delîl li ser vê yekê hene û niha zanyariyên guncaw têne komkirin. Ya xeter ew e ku siyaset li dijî Ermenistan, Qerebax, Rûsya, Îran, Çînê û DYA'yê ne. Her wiha hebûna çeteyan li herêmên sînor ên bi Îran û Rûsyayê re delîlê plankirina wan derbasbûna van dewletan e. Diyar e ku ev şer gelek encamên xirab hilgirtiye. Ma çete û talanker wê çawa ji bo azadiyê şer bikin? Çawa çete û talankr ji bo baweriyê şer bikin? Evanan  bê bawerî û bê piransîp in, evanan ji hêzên tarî ne ku ji bilî mirin, destdirêjî, qirkirina bi komî û dojehê tiştekî din nayînin. Siyaseta Tirkiyê ji bilî tevlihevkirinê, gurkirina nazîzm û terorîzmê tiştek nîne, divê Erdogan û Aliyev li pêşiya Dadgeha Cînayetan a Navnetewî werin cezakirin . Zû yan dereng ev ê bibe. Her çiqasî em zû bikin ew qas mirov wê rizgar bikin û zirar û mirin kêm çêdibe. Pirsgirêk ne ev, ji ber ku têkiliyên hikumeta Paşînyan bi Rûsyayê re gelekî baş in, li aliyekî din jî, encamên jeopolîtîkî yên êrişa Tirkiye-Azerbaycanê bi pirsgirêkên potansiyel ên di têkiliyên dualî yên Ermenî-Rûsî de nayê berhev kirin. Cihê mixabiniyê ye. Divê berisiva navnetewî xurt be û demeke guncaw de, be wisa be pêkanîna ewlehiyê wê xebateke mezin bixwaze."